Emerîkayê dubare ji bo mijara Malikî gef li Iraqê xwar

Hate ragihandin ku Emerîkayê careke din hişyarî daye rayedarên Iraqê ku ger Nurî Malikî wek serokwezîr bê hilbijartin, ew ê dahata hinardekirina nefta Iraqê kêm bike û alîkariyên ji bo Iraqê bide sekinandin.

Li gor nûçeya Bloombergê, di hevdîtina navbera Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî Elaq û rayedarên Emerîkî de ku li Tirkiyeyê pêk hat, rayedarên Emerîkayê hişyarî dane şandeya Iraqê ku ger Nurî Malikî weke serokwezîr bê hilbijartin, wê tevayî alîkariyên ji bo Iraqê bên sekinandin.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de hişyariya kêmkirina dahata hinerdekirina nefta Iraqê jî hatiye kirin. Dahata hinardekirina nefta Iraqê li hejmarekî ku li ser navê Wezareta Darayî ya Iraqê ya li Banka Federal a New York tê hiştin.

Hêjayî gotinê ye ku beriya niha jî Serokê Emerîkayê Donald Trump bi awayekî eşkere namzetiya Nurî Malikî ya ji bo serokwezîrtiya Iraqê red kir û diyar kir ku ger Malikî bibe serokwezîr wê hevkariya bi Iraqê re bê rawestandin.